Encûmena Minbicê: Operasyonên rizgarkirinê serkeftî bûn

Encûmena Minbicê: Operasyonên rizgarkirinê serkeftî bûn
Encûmena Minbicê ya leşkerî îro Şemiyê daxuyaniyek belav kir, tê diyar kir ku, şervanên wan erkê xwe libarê rizgarkirinê pêk anîn û derdora bajêr bigiştî ji çeteyên rêxistina DAIŞê paqij kirin.

Di daxuyaniyê de hat ku, hewldanên hêzên wan ligel yên Sûriya Demokratîk (HSDê) di şerê li dijî DAIŞê de serkeftî bûn û dikarîbûn xalên berevaniyê li bakurê çemê Sacûr bi ewle bikin da rê nedin çeteyên rêxistinê ku ji wir derbasî deverên rizgarkirî binin, û şervanên wan li wê deverê bicih bûn.

Daxuyaniya Encûmenê amajeya bidawîkirina operasyonên rizgarkirinê li bakurê Minbicê nîşan kir û got ku, şer li wê dverê armancên xwe pêk anîn, di heman demê de, kampanya pakrewan Bavê Leyla li dijî terorê li gundewarê başûrê Minbicê berdewam e ta wê deverê jî bitevahî rizgar bikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات