Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglo ragihand ku, welatê mayîna Beşar Esed li ser desthilata Sûrî napejirîne ta ku di pêvajoyeke veguhêzane de be jî, û Enqera helwestên xwe weke nirxekî bo pakrina têkiliyan ligel Rûsyayê naguherîne.
Di daxuyaniyeke çapemenî de, Çawîşoglo got ku, nêrînên Tirkiyê û yên Rûsyayê derbarê doseya Sûrî de ji hev cuda ne, bitaybetî tawanên rêjîmê derheqê Sûriyan de, lê têkiliyên Enqera û Moskoyê baş in û bingeha wan hevkariya bazirganî ye, û Rûsya hevkarê duyemîn e piştî Almanyayê.
Ji aliyekî din ve, wezîrê Tirkî amaje kir ku, têkiliyên welatê wî ligel Amerîkayê di aloziyan de derbas dibin, jiber Waşinton radestkirina Fethela Gulen bo Enqerayê red dike, û ev yek dê bandorekê neyinî li ser peywendiyên herdu welatan bike.
Derbarê rexneyên Ewropî bo binçavkirina rikberan ji hêla hikûmeta AKPê ve, Çawîşoglo tekez kir ku, ew rexne nepejirandî ne û hevkarên wan ên Ewropîqet fam nakin çi li Tirkiyê qewimî jiber derbeya leşkerî ne li cem wan rû daye.
التعليقات (0)