Nakokiyên di Îranê de derbarê bikaranîna bingeha Hemedan ji hêla Rûsyayê ve

Nakokiyên di Îranê de derbarê bikaranîna bingeha Hemedan ji hêla Rûsyayê ve
Rûsya bingeha Hemedan li Îranê bo balafir û avêjer ên xwe di şerê li Sûriyê de bikar tîne. Ev gav hate kirin bi mebesta kêmkirina lêçûnên pereyan, li gorî daxuyaniyên berpirsên leşkerî li Moskoyê, yên gotin ku, derketina balafiran ji wê bingehê dema firandinê ta rêjeya 60 % kêm dike.

Lê ev gav hin nakokî di nava berpirsên Îranî de çê kirin, û ev yek di daxuyaniyên wan de bi şêweyekî balkêş xuya bû.

Li gorî destûra komarê, bendê 146an dibêje, nabe ti aliyekî biyanî bingehên leşkerî li ser xaka Îranî bikar bîne, lê di vê rewşê de, bingeha Hemedan kete bin xizmeta Rûsyayê de li ser daxwazeke taybet ji hêla murşidê şoreşa Îslamî, Elî Xamineî ve û ew daxwaz bi destê şêwermendê wî Elî Ekber Wîlayetî di Îlona bihurî de radestî serokê Rûsî Vladimyêr Pûtîn bû.

Endamê komîteya ewlehiya netweyî û siyaseta derve Hişmetulah Felahet Pîşe di civîna encûmena şêwerdariyê de Çarşema bihuri, got ku rêdana derfetê bo hesankirina liva balafirên biyanî nakeve çarçoveya desthilata encûmenê li gorî bendê 176an ji destûrê.

Lê alîgirên Xamineî di rêjîma Îranî de berevaniyê di ber vê gavê de dikin, jiber balafirên Rûsî bargehên rikberiya Sûrî armanc dikin, û wisa piştgiriya rêjîma Beşar Esed dibe, lewra alîgirên vê biryarê bi hemû hêza xwe hewl didin da bingehê di bin xizmeta Rûsyayê de bihêlin.

Felahet Pîşe rexneyên hişk li siyaseta Mosko ya ne hevseng derbarê Îranê de kir, û got ku, ka çi misogirî hene da Tehran asîmanê xwe li pêşiya avêjerên Rûsî diveke, û li ser zemînê xakê dide wê.

Serokê encûmena şêwerdariyê Elî Larîcanî got ku, welatê wî ti ruxset nedaye ti aliyekî biyanî da bingehên leşkerî li Îranê ava bike, Rûsya hevkarekî stratîjîk e bitaybetî di doseya Sûrî de. Ji vê daxuyaniyê mebesta sereke zelal dibe, rêjîma Îranî amade ye her tiştî bike da rikberiya Sûrî qels bike û rêjîmê li ser desthilatê bihêle.

Tevî ku vekirina bingeha Hemedan ji avêjerên Rûsî re berovajî destûrê ye, û tevî ku ew metirsiyekê li ser Tehranê bixwe çê dike, li gorî daxuyaniya balyozê Îranî yê berê li Azerbêcanê Afşar Silêmanî, yê got ku Rûsya ne hevkarekî bi ewle ye çimkî hêj gelek babetên cihê nakokiyan di navbera herdu welatan de hene weke sîstema yasayî ya deryaya Qezwînê, tevî hemû tiştî, lê Îran di vê gavê de berdewam e, tenê bi mebest pêkanîna berjwendiyên xwe di Sûriyê de û domkirina rijandina xwînê li wî welatî.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات