Los û Koçeriya peyvekê

Los û Koçeriya peyvekê

Di her zimanekî de peyvin hene, ku ji cih û warên xwe yên resen koçber dibin û diçin cihê xwe li welatekî din, di nav miletekî din de xweş dikin û dibin milkê wî miletî û wî welatî. 

Bêguman ev koçberbûn di demên berê de bi rêya koçberbûna mirov û êlan dibû. Niha koçberbûna peyvekê hêsantir û bi leztir bûye, dikare bi gotarekê yan bi helbestekê yan jî bi nûçeyên bultenekê, peyvek di eynî seetê de xwe ji vî aliyê welêt bigihîne wî aliyê din. 

Fersendên ku medyaya vê dema me ya dîjîtal ji peyvan re pêşkêş kirine û hêsan kirine, dihêlin ku peyvek di rojekê de yan jî tew wek me niha got di eynî kêlîkê de xwe bigihîne deverine gelekî dûr û bikevin rojevê û cihên xwe di ferhengan de jî û di nav xelkê de jî bibînin.

Peyva (los) nimûneyeke berbiçav e ji wan peyvên ku ew jî mîna mirovan koçber dibin.

 

Li Kobaniyê, başûrê rojavayê Kurdistanê peyva (los) wekî pêkenandin û fen û hîle tê bikaranîn. Ji kesê hîlebaz re jî dibêjin losçî. Ew peyv di zaravayên Cizîrê û Efrînê de nîn e, li gor lêkolînên min tenê li ba êlên Berazan ku li Kobaniyê niştecih in heye. De ka ev peyv ji ku hat û çawa bû mêvanê ferhenga kurdî û kete ser zimanê Berazan!!

Di ferhenga ’’Bedayiulluxe’’ ya Elî Ekber Kurdistanî de, ku yekemîn ferhenga Kurdî/Farisî ye û min him ew wergerande erebî, him jî kurmancî ku ji nav weşanên Nûbiharê li Istenbolê bi navê Ferhenga Kurdistanî derket, peyva (los) tê wateya hîlekariya di sazkirina kafûr de (kafûr ji darekê çêdibe û wekî derman tê bikaranîn). Her wiha di farisî de (los û losîden) tê wateya hîlekarî û xapandinê.

 

Li vir ferheng bersivê nadin ka çawa ew peyv hatiye Sine (Senendec), ku bajarê Elî Ekber xwediyê ferhengê bû, yan jî ka ew peyv di kîjan rêyê re heta nav êlên berazan hatiye û li Kobaniyê cih girtiye. Mirov dikare bi lêkolînan û sebrê nas bike ka peyvek ji ku berê xwe daye ku û di kîjan zemanî de. Îcar pirtûkên dîrokî hinekî ronahiyê diavêjin ser vê yeka han.

 

Di pirtûka Hedîqeyê Nasiriye (ku ew jî berhema Elî Ekber e û min ew wergerandiye erebî û ji nav weşanên Aras li Hewlêrê derket) tê nivîsîn ku Tîmûrleng sê hezar kes ji êla Berazan bi serokatiya Keya Salih ji welatê Osmaniyan anîne rojhilatê Kurdistanê û ew li wan deveran heta Merîwanê bicih kirine.

 

Elî Ekber dibêje ku ev Berazî xurt û dilêr bûn lê dawiyê tar û mar bûn û her yek bi deverekê de çû û parek ji wan vegeriyan welatê xwe!

Di vir de mirov encamekê bi dest dixe, ew jî ew e ku ew beraziyên vegeriyane welatê xwe mumkin e peyva (los) jî bi xwe re anîbin. Ez wisa texmîn dikim, ku beraziyên vegeriyayî peyv bi xwe re anîne, ne ku yên koçberî wir bûne ji ber, ku ew peyv di ferhengê farisî de jî bi eynî wateyê heye, û her weha ji berazan pê ve kesekî din, anku êlên kurdan ên din, ew peyv bi wê wateyê bikar neanîn.

Li vir mirov dikare bibêje ku xebata derbarî zimên de ne hêsan e ne jî karê amatoran e. divê xizmet bi rêk û pêk bibe, li ser bingehên zanistî û berî her tiştî alîkariya saziyên mezin ji kesên lêkolîner re divê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات