’’Twitter’’ 360 hezar rûpelên propagandayê terorê dikin girtin

’’Twitter’’ 360 hezar rûpelên propagandayê terorê dikin girtin

Malpera têkiliyên civakî ya navdar ’’Twitter’’ ragihand, ku jiber ’’propagandyaê terorê’’, wan 360 hezar rûpel ji sala bûrî ve girtine.

’’Twitter’’ demekê berê jî, ragihandibû ku li hember zêdebûna keysbazkirina malperê jibo guheztina nameyên tundîtiyê û propagandaya gurkirina terorê, wan tîmên xwe yên şopandina gilîname û raporên li ser vê mijarê mezin kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku rêvebirên ’’Kongrêsa Amerîkî’’ beriya mehekê zagonek jibo neçarkirina malperên civakî ya parvekirina çalakiyên terorê li ser rûpelên wan pêşniyar kiribûn.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات