Zaxarova: Tirkiyê astengiyê li pêş çareseriya kêşeya Sûrî çê dike

Zaxarova: Tirkiyê astengiyê li pêş çareseriya kêşeya Sûrî çê dike

Di heyama pêşveçûnên bajarê Helebê de û daketina rêjeya şer li nava bajêr, hîn aliyên navnetewî derbarê helwesta siyasî bo Sûriyê civînan û gotinan radgihînin.

Berdevka bi navê wezareta derve ya Rûsî Mariya Zaxarova diyar kir ku Mosko û Waşinton karekî giring derbarê peydakirina çareseriyeke siyasî bo Sûriyê dikin û ew yek di heyama civîn û hevdîtinan re.

Zaxarova di rêya kongirekî rojnemevanî re da zanîn ku raydarên Rûsî û yên Emerîkî niha pirojeyeke berfireh bo Sûriyê hazir dikin lê Zaxarova rengê wê birojeyê neda diyar kirin, lê belê got ku hin nakokî derbarê wê yekê ligel Tirkiyê hene û li benda çreseriyê ji hêla wanin, û ew yek di rêya danûstandinan re were çareser kirin .

 

Di heman demê de Balyozê Amerîkî yê berê bo Sûriyê Robêrt Ford siyaseta Amerîkayê li Sûriyê bitundî rexne kir û aşker kir ku bila gelê Sûrî li hêviya Barak Obama nemînin da wan ji bobelatê rizgar bike ji ber û li gorî gotina Ford Obama çareseriyê bê Beşar El-Esed naxwaze.

Robêrt Ford di hevdîtinekê de ligel toreya CNN ya Amerîkî da zanîn ku Obama ji ber 2 xalan nikare helwesteke serast derbarê Sûriyê bistîne, yekem xal tevgera Obama li sûriyê tenê li dijî rêxistina DAIŞê ya teore û Esed jêre ne giringe, Xala Duyem li gorî Robêrt Ford ewe ku Rêveberiya Obama ya niha bi tirse ku gavên leşkerî an jî operesyonan li ser zemînê pêk bînine.

Balyozê Amerîkî yê berê di dawiyê de got ku ti hêviyê wî di çareseriyeke Sûrî li ser destên Obama tine ye, û dive gelê Sûrî rêyeke din bo rizgarkirinê ji xwere bibînin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات