Rêjîm bi bermîlên napalmê nexweşxaneya Dareyayê hilweşand

Rêjîm bi bermîlên napalmê nexweşxaneya Dareyayê hilweşand
Jêderine xwecihî ji bajarê Dareya li gundewarê Şamê îro Înê nexweşxaneya bajêr bi bermîlên hêmana napalmê ya sûtîner armanc kirin û ew bitevahî hilweşandin.

Li gorî wan jêderan, topbarana balafir û helîkopter ên rêjîmê li ser Dareyayê ji doh şevê ta demjimêrên sibehê dom kir, di encamê de şewatên mezin girtin gelek deverên bajêr, herweha nexweşxaneya yekane êdî ji kar der ket.

Ji hêla xwe ve, çalakvanek ji derdora Şamê diyar kir ku, piştî desteserkirina hêzên rêjîmê li ser xakên çandiniyê li gundewarê Şamê, dest bi şerekî bêhempa li dijî sivîlan kirin, û bi bermîlên napalmê êrîşî avahiyên wan kirin, tevî ku ew li ser zemînê nikarîbû bi pêş ve biçe.

Heman çalakvanî amaje kir ku, nexweşxaneya Dareyayê ya yekane bû li bajêr, û derman ji bêhtirî 8000 sivîlî re peyda dikr, û piştî hilweşandina wê, dê rewşa tenduristî di aloziyê de be eger vebijark neyê peydakirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات