Balafirên şer ên rêjîma Sûrî îro danê nîvroyê dîsa hejmarek ji êrîşên asîmanî li ser bargehên leşkerî yên Asayîş û YPGê di hundirê bajarê Hesekê de pêk anîn.
Jêderekî taybet ji Orient Net re ragihand ku, êrîş li ser xalên leşkerî li xaçerêya Merşo, xaçerêya Panorama û navendeke Asayîşê li taxa Neşwayê hatin kirin, û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn bêyî ku ti hûlgiliyên bêhtir diyar bibin.
Heman jêderî tekez kir ku, hêj pevçûnên tund di navbera hêzên Kurdî û rêjîm ligel mîlîşyeyên xwe de li gelek deveran ji Hesekê berdewam in.
التعليقات (0)