Di hevdîtina xwe de bo tora RND ya nûçeyan, Mêrkil got ku, Rûsya kêşeyeke mezin afirand dema wê Kermiya sala 2014an tevlî xaka xwe kir û piştgiriya serhildêrên Ukrayînayê kir, û wê demê gerek bû ku Ewropa bersivê bide jiber ew kiryar prensîpên sereke yên Ewropî binpê kirin.
Şêwermenda Almanî teke kir ku, ew ligel serokê Frensî Franswa Holand bi hemû hêza xwe hewl didin da bihêlin Rûsya û Ukrayîna rêkeftina Mînisk a rawestandina şer pêk bînin tevî gelek astengiyan, û ev pêkanîn bi rakirina sizayan girê da.
Hêjayî gotinê ye ku, endamên Yekîtiya Ewropî di Hezîrana bihurî de li ser zêdekirina sizayan li ser Moskoyê di warên enerjî, darayî û berevaniyê de li hev kirin, û wezîrê derve yê Almanî Frank Ştayinmayer gotibû ku, gerek e hêdî hêdî siza ji ser Rûsyayê bêtin rakirin da pêşketin di operasyona aştiyê de çê bibin.
التعليقات (0)