Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) hemû xalên leşkerî li bajarê Minbicê û gundewarê wî radestî encûmena leşkerî kirin piştî ku ew bitevahî ji rêxistina DAIŞê hatin rizgarkirin.
Di daxuyaniya xwe de, encûmena Minbicê ya leşkerî diyar kir ku, piştî wan bajêr û gundewarê wî bitevahî ji çeteyên DAIŞê paqij kirin, şervanên HSDê wan radestî me kirin û dê hemû xalên berevaniyê li bakurê Minbicê li ser berava çemê Sacûr jî bikin bin kontrola me de.
Di heman daxuyaniyê de, encûmena Minbicê spasiya şervanên HSDê kir bo lehengî û piştgiriya wan di şerê rizgarkirinê de, û li ser paqijkirina gundewarê başûrê bajêr ji çeteyên rêxistina terorîst tekez kir.
التعليقات (0)