Hesekê: Şer nehatiye rawestandin û ti agirbest nehatine ragihandin

Hesekê: Şer nehatiye rawestandin û ti agirbest nehatine ragihandin
Di pêşveçûnên meydanî de li bajarê Hesekê û piştî derbasbûna 24 demjimêran ji Şer û topbarana dijwar, ji demekê ta demekê şer tê rawestandin û dîsa rû dide, piştî êrîşên balafirên rêjîma Sûrî li ser navendên leşkerî yên YPG û Asayîşan, êdî avêjtina hawin destpê kir û di encamê de bi dehan birîndar û nezî 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li barê rewşa meydanî ya Hesekê endamekî Asayîşê nexwest ku navê xwe eşkere bike ji Orient Net got: "8 caran navendên me hatin topbarandin û hejmarek ji hevalên me jî şehîd ketin, balafirên Hevpeymana Navdwelatî hişyarî da rêjîmê û rabûna balafirên wê li ser asîmanê Herêmê qedexe kir, ta niha hêza YPG bi fermî derbasî şer nebûye lê di demên bê de eger rêjîm ji van kiryaran nevegere hemû hêzêm me dê di şer de amade bin".

Doh li danê êvarê careke din taxên Kurdan rastî topbaranê hatin, û jêdera wê topbaranê jî Focê 21ê bû yê ku li ser çiyayê Kewkeb dikeve li rojhilatî Hesekê, herweha zêdî 7 rokêtan li taxên Miftî, Salihiyê, Til Hecer û Ezîziyê ketin, û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi 10an birîndar li nexweşxaneya niştimanî tên dermankirin.

Libarê rewşa sivîlan, Mesûd Hacî ku ew li taxa Ezîziyê dimîne ji Orient Net re wisa axivî: "Em di malên xwe de tên topbarandin, 2 mûşek bi hev re li taxa me ketin û malên cîranan hatin rûxandin, ne tenê mûşek bi ser me de tên lê topên giran ji aliyê rêjîmê bi awayekî bê ser û ber tê avêjtin, û rewşa sivîlan pir xerab e".

Ta dema amadekirina vê raporê, hêj çaraseriya vî şerî ne diyar e, û pevçûn berdewam in, hêjayî bi bîrxistinê ye  ku balafirên rêjîmê ji balafirxaneya Dêra Zorê dihatin jiber ku li ya Qamişloyê biryar nehat pejirandin ku ji wir rabin û topbaran bikin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات