Ismaîl Hemê jiber krîza dil koça dawî kir

Ismaîl Hemê jiber krîza dil koça dawî kir

Îro danê sibehê siyasetmedarên Kurd û endamê nivîsgeha siyasî ya partiya Yekîtî Ismaîl Hemê li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya xwedê.

Ismaîl Hemê duh derengiya şevê rastî krîzeke dil hat û bo newxweşxaneya Niştimanî li Qamişlo hate veguhestin, lê piştî çend demjimêran Hemê jiyana xwe ji dest da.

Hemê di sala 1964an de li gundê Til Dîkê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê jidayik bû, û ji sala 1979an tevî nava karê siyasî bû, û yek ji kesên ku partiya Yekîtî di sala 2001ê de avakirin, û ji sala 2010an ve ta 2013an weke sekertêrê partiya Yekîtî hate hilbijartin herwiha di sala 2012an de weke serokê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê hatibû hilbijartin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات