HSDê 4 gundên stratejîk di navbera Minbic û Cerablusê de ji DAIŞê rizgar dike

HSDê 4 gundên stratejîk di navbera Minbic û Cerablusê de ji DAIŞê rizgar dike

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk duh 4 gundên nû li gundewarê Minbic û Cerablusê kontrol kirin.

Jêderên xwecihî ragihandin ku ji duh danê şavê ta danê vê sibehê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk gundên Toxara Mezin, Toxara Biçûk, Um Rosa û Qerata ku dikevin navbera herdu bajarên Minbic û Cerablusê bi tamamî ji çekdarên DAIŞê paqij kirin.

Ji aliyê xwe ve jêderekî leşkerî ji nava Hêzên Sûriya Demokratîk  diyar kir ku di encama şerê wê rizgarkirinê de hejmareke nediyar ji çekdarên rêxistina teror kuştî û birîndar ketin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات