Li bajarê Qmişlo hate ragihandin ku rewşa cîgerê sekirtêrê partiya Yekîtî Hesen Salih di zindana Asayîşan de ne durist bû, û jiber wê yekê serbest hate berdan.
Jêderekî taybet ji bajarê Qamişlo ji Orient News re da zanîn ku serkirdeyê Kurd û cîgerê sekretêrê partiya Yekîtî Hesen Salih, piştî binçavkirina wî ji hêla Asayîşên Rêveberiya Xweser ve, beriya çend rojan kete greva birçîbûnê de, û jiber wê yekê li gorî heman jêderî rewşa tenduristiyê ya serkirdeyê Yekîtî ne durist e, herwiha Asayîşa nahêle ku malbat û hevalên Salih seredana wî bikin.
Û li gorî agahiyan beriya çend xulekan Hesen Salih ji hêla Asayişan ve serbest hate berdan.
التعليقات (0)