Jêderekî taybet ji Hesekê ji me re ragihand ku, piştî topbarana balafirên şer ji hin deveran di orta bajêr de, şêniyên bajêr dest bi koçkirinê kirin, bitaybetî ji taxên bakurê Hesekê û gelek tirimbêl, bas û wesayitên sivîlan hatin wê deverê da welatiyan ji wir veguhêzin ber bi deverine aram li Dirbêsiyê, Amûdê û ta bi Qamişloyê.
Heman jêderî diyar kir ku, gelek ji welatiyên Hesekê berê xwe dan taxên dûr ji toparanê di hundirê bajêr bixwe de, û rêjîm li ser bargehên hêzên Kurdî di topbaranê de tekez dikin, lê hin avêjtokên ketober li ser taxên Kurdî ketin û ta niha 5 qurbanî di nava refên sivîlan de hene ligel hejmarek ji birîndaran.
Ji hêla xwe ve, berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) serbaz Telal Silo li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku, firokeyên rêjîmê bargeha fermandariya giştî ya HSDê li Hesekê topbarand û got ku tenê ziyan madî ne, û ew li benda biryara fermandariya hêzên wan in derbarê tevlîbûna şer.
Hêjayî gotinê ye ku, di demjimêra dawiyê de, beriya amadekirina vê nûçeyê, pevçûn bi şêweyekî balkêş sivik bûne û êrîşên asîmanî hatine rawestandin, li gorî jêderine xwecihî ji bajarê Heskê.
التعليقات (0)