Garver: HSDê derdora Minbicê ji çeteyên DAIŞê paqij dike

Garver: HSDê derdora Minbicê ji çeteyên DAIŞê paqij dike
Berdevkê Hevpeymana Navwelatî bi serkêşiya Amerîkayê serbaz Krîs Garver ragihand ku, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) deverên ku çekdarên rêxistina DAIŞê ji wan vekişiyane li derdora bajarê Minbicê ji çeteyên veşartî paqij dikin.

Di daxuyaniyeke çapemenî de, Garver diyar kir ku, armanc ji operasyonên paqijkirinê ewlekirina Minbicê ye da sivîlên bajêr vegerine malên xwe, û bi sedema pirbûna mayinên bermahiyên DAIŞê operasyon bi giranî pêk tên, lewra gelek astengî li pêşiya şervanên HSDê der dikevin.

Berdevkê Hevpeymaniyê amaje kir ku, wan gelek caran girîngiya stratîjîk a Minbicê bo DAIŞê gotûbêj kirine, û ew navenda têkiliyên rêxistinê bû di navbera Reqa û derodra wê û derketina endamên wê bo derveyê Sûriyê, lewra çekdarên rêxistinê berevaniyeke bêhempa di ber de kirin beriya ku ew di dawiyê de têkeve bin kontrola HSDê de.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات