Lêborîna Navnetewî: Dora 18 hezar welatiyên Sûrî di zindanên rêjîmê de jiyana xwe ji dest dane

Lêborîna Navnetewî: Dora 18 hezar welatiyên Sûrî di zindanên rêjîmê de jiyana xwe ji dest dane

Rêxistina Lêborîna Navnetewî îro Pêncşemê di raporeke xwe de eşkere kir, ku bêhtir ji 17 hezar kes di zindanên rêjîma Sûrî de ji destpêka dijberiyê ve hatine kuştin û amaje bi hin şêwazên ’’metirsdar’’ ên îşkenceyê mîna kelandina di nav avê de û lêdana ta bi mirinê dike.

Di rapora xwe de ya libarê îşkence û mirina di zindanên rêjîmê, rêxistina navnetewî mirina 17723 welatiyan ji Adara 2011an ve ta Berfanbara 2015 belge kiriye, ango bêhtir ji 300 kesî di mehê de. Rapor herweha amaje dike, ku beriya destpêkirina dijberiya Sûrî, 3-4 kes mehane di zindanê rêjîmê de dihatin kuştin.

Rêvebirê beşê Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê di rêxistinê de Fîlîp Lûter li vê barê got:’’ Di vê demê de, rêjîm îşkenceyê di çarçoveya kampaniyake berfireh de, dijî çi kesên rikber pêk tîne, û ev yeke tawaneke dijî mirovahiyê ye’’.

Lêborîna Navnetewî rapora xwe li ser bingeha zaniyariyên, ku ji 65 kesên ji îşkenceyê rizgarbûne ava kiriye, û tê de bitaybetî li ser zindana Seydnaya a leşkerî diaxive, ku yekji mezintirîn zindanên Sûriyê ye. Ew jî ligel şaxên ewlekariyê, yên ji hêla hêzên saloxgêriyê ve têne birêvebirin û di wan girtî rastî hemû şêweyên metirsdar ên îşkenceyê tên û pirê caran girtî ligel termên miriyan di heman zindanan de têne bicîhkirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات