Qedrî Can û helbesta "Rêya Taze"

Qedrî Can û helbesta "Rêya Taze"

Piştî têkçûna şoreşa Şêx Pîran di sala 1925ê de û siyaseta faşistên Tirk li himberê Kurdan gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd neçar bûn ji Bakurê Kurdistanê derbasî binxetê bibin, ango Rojavayê Kurdistanê, yek ji wan rewşenbîran helbestvan Qedrî Can bû.

Helbesta Kurdî di dîroka xwe de di gelek qonaxên giring re derbas bûye ji devikî ta kilasîkî û piştî wê jî qonaxa helbesta nûjen dest pê kir, em dikarin bibêjin ku helbesta Qedrî Can ya bi navê "Rêya Taze" destpêka qonaxa helebsta nûjen bû, Qedrî Can di Rêya Taze de wiha dibêje:

Ew perdeya reş tarî,

Ko ji şevên reş diyarî,

Min... 

Ji rûyê xwe kişand..

Li ber çavê xwe çirand..

Û avêt.. 

Avêt paş sed çiyayî..

Nava hezar deryayî..

Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûşt;

Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..

Ev helbest û hemû berhemên Qedrî Can di kovara Hawarê de hatin weşandin, kovara Hawar jî ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan û birayê xwe Dr.Kamîran Bedirxan li Şamê patexta Sûriyê dihat weşandin, yekemîn hejmara wê jî di sala 1932ê de bû, helbestvanên Kurd di wê hejmarê de helbestekî diyarî Osman Sebrî dike ev helbest jî bi awayê nûjen e, tê de wiha dibêje:

Jiyîn çiqas delal e

Di nêv bav û biran de

Dil heye ko ne nale

Ber birînên riman da

Ev birîna riman e,

Barekî pir giran e,

Kezeb, gurçik ne mane,

Li pepûkên xwehan da.

Hawara me vaya ye

Xewa bê kêr bela ye

Qet şik têde ne ma ye

Di gotinên yaran da

Helbestvanê Kurd Qedrî Can yekem nivîskar bû di kovara Hawarê de nivîsandiye piştî Celadet Bedirxan û Birayê wî Dr. Kameran Bedirxan lewma Mîr Celadet navê wî kir bû nixûriyê Hawarê.

Qedrî Can ji bilî ku ew helbestvan bû di meydana siyasetê de jî kar kiriye. Ev yek bû sedema ku piraniya helbestên wî naverokeke siyasê bû û li ser bûyerên rojane û êş û azarên jiyana wî bûn, wate em dikarin bibêjin ku helbestê Qedrî Can rûpelên jiyana wî ne, bîr, bawerî û bîranînên zarotiya xwe bi awayeke çîrokî tîne ziman.

Helbestvanê Kurd û pêşengê helbesta nûjen Qedrî Can li gor hin jêderan di sala 1911ê de li gundê Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bûye ser bi bajarê Mêrdînê ve ye, piştî bi dawîbûna qonaxên seretayî ji xwendina xwe li gel hevalê xwe Reşîdê Kurd li mala Mamosteyan dixweîne salekê li wir dimîne, ji ber tirsa girtin û binçav kirinê neçar dibe mîna gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd berê xwe li gel hevalê xwe bide Rojavayê Kurdistanê, helbestanê Kurd ê navdar saydayê Cigerxwîn di bîranînên xwe behsa hatina wan li bajarê Amûdê dike û dibêje ku wî pêşwaziya du ciwanên Kurd kiriye ji serxetê hatibûn ew her du ciwan Qedrî Can û Reşîdê Kurd bûn.

Qedrî Can li ser gundê xwe Dêrika çiyayê Mazî yê ku lê hatiye dunyayê wiha di biêje:

Dêrika Çayê Mazî

Welatê bav û kal e

Lê sed hawar û gazî

Jê dûr ketim çand sal e

Ez li wê hatim dinê

Wê dergûşê, hejandim

Heywax hey mala minê

Dijminan, jê revandim

Perçake ji buhiştê

Pirseka Zêrîn welat

Î roj dest nagehiştê

Ax û keser ji dil hat

Di sala 1972ê de helbestvanê Kurd û mîrê helbesta Kurdî ya nûjen Qedrî Can li Şamê paytexta Sûriyê koça dawî kir û li gorîstana Şêx Xalidê Neqşebendî bi axê hate sipartin. Her kesê ku serdana gora wî dike li ser kêla gora wî wiha nivîsiye ev nivîsandin hin jêder hene dibêjin ku Apo Osman Sebrî nivîsandiye:

Cendekê di vê gorê de

Zor nazik û ciwan e

Ji Dêrka Çiyayê Mazî

Navê wî Qedrî Can e

Gorê xiste zikê xwe

Ew jî kire qurban e

Helbestvanê Kurd Qedrî Can gelek berhem li pey xwe hiştin, hin ji wan hatin çapkirin û hin ji wan heta niha ne çapkirî ne, lê piraniya berhemên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات