Rexneya wêjeyî kurdî (kurmancî) - Rêbaz û metodên rexneya wêjeyî - Xelek 15/ 1

Rexneya wêjeyî kurdî (kurmancî) - Rêbaz û metodên rexneya wêjeyî - Xelek 15/ 1
                                                                                                                             

Eger lêgervan bala xwe bi hûrbûnî, bide xebatên rexneyî yên rojavayê Kurdistanê, dê bibîne, ku ewana ji destpêka vê tegerê de nebûne dîlên rêbazekê, belê gelek rêbaz di karên xwe de xebitandine. 

Di xelekên derbas bûne de, me dît ku Dr. N. Zaza destana Memê Alan vedikole, lê bi ser rêbazekê tenha de pal nade,  belê gelek rêbazan dixebitîn, wek rêbazên dîrokî û wêneyî û hunerî û civaknasînê jî . Her weha  Tengezarê Marînî di lêkolîna xwe de ”Tilî li ser bîrîna tilî” ya li ser helbesteke Ehmed Huseynî , rêbaza avahîsas dixebitîne , û Merwan Osman jî di lêkolîneke xwe de berhevoka helbestan ya Diya Ciwan ”Pêlek ji derya yê kovanên min” bi piranî li gor pêdiviyên rêbazên wêneyî û avahîsas dinerxîne . Emê ji vê pê ve li ba hin pirtûkên, ku mijara wan rexeneya wêjeyî ye rawestin, ka danerên wan ҫi rêbaz xebitandine.  

Pirtûkên bi zimanê kurdî:

1. Hewildanên avakirina têora awaza helbestê:

Evê yekê ji zû de bala nivîsevan û rexnegirên rojavayê Kurdistanê  kişandiye, wek berê jî me gotibû, ku Cegerxwîn cara pêşî sala (1932)ê lêkolînek di hejmara 22ê ya Hawarê de weşandibû, çar kêşên helbestê tê de şirove kiribûn, her kêşek bi (hesp) navandibû, ew jî ev bûn:

Hespê çeleng, ku 2 gavan dêvêje, her gavekê 5 movik hene.

Hespê Laxer, ku 2 gavan davêje, her gavekê 6 movik hene.

Hespê sivik, ku 2 gavan davêje, her gavekê 7 movik hene.

Hespê rewan, ku 2 gavan davêje, her gavekê 8 movik hene.

Yekemîn çavlêdana li vê boçûna Cegerxwîn dide xuyakirin, ku hukariya damezrênerê awaza helbesta erebî El-Ferahîdî li wî heye,ji ber ku lêkolîner û rexnegirên Ereb dibêjin, ku El-Ferahîdî sûd ji dengên nigên hespan, gava baz didin, wergirtiye,û regezên kêşên helbesta erebî ji awaza, ku ji ber dengên nigên hespan peyda dibe, wergirtine. Lê wî her kêşek bi (behir/derya) navandiye, ne bi (hesp).

Her weha, helbesta kurdî, li gor hespên Cegerxwîn, wek ya erebî, bi awayê malikan tê ristin, her malikek jî ji 2 birran (gav) peyda dibe, û hemî malikên helbestê divê li gor awaza malika yekê werin, eger jê biderkevin, dê şikestî bêne xuyakirin.

Tiştê din ê balê dikşîne ew e, ku Cegerwxîn nirxê rola kîtê di avakirina awaza helbestê de baş naskiriyê, lê ew (kîtê) bi (movik) dinavîne.

Dêmek Cegerxwîn tiliya xwe dide ser berztirîn regezên avahiya kêşa helbesta kurdî, ew jî (kît)e. Lê xweristiya kîtan, ku ji ber kurtbûn û dirêjbûna wan peyda dibe, û rêzbend û awa û cuereyên wê bala wî nakşînin, û bi ser de jî ew tenê çar kêşan şirove dike. Eger mirov li helbestên wî, yên ku li gor kêşên kurdî hatine ristin vegere, dê bibîne ku ewana di hundirê evan her çar kêşan (hespan) de namînin, belê kîtên kêşên wan ji yên hespên wî pirtir in. Ev yeka me ber bi wê baweriyê de dikşîne, ku Cegerxwîn lêkolîna xwe di nîvî de hêştiye.

Ev xebata Cegerwîn bala Memûd Sebrî dikşîne, lewre ew jî hewl dide, da para xwe bixe vê mijarê de, û xebata Cegerxwîn tewaw bike. Mehmûd Sebrî ( Evîndarê Xemgîn ), wek me berê jî gotibû, xebata xwe bi awayê xelekan di kovara Xunav de li ser kêşên helbesta kurdî diweşîne, û di pey re jî bi awayê pirtûkekê çap dike, lê mixabin ne hejmarên Xunavê û ne jî ew pirtûk di destên me de nîn in, da em karibin lê binerin, ka ewî çi gav, ji bilî xweistiya kîtan, bi ser ya Cegerxwîn ve kiriye.

Yekemîn pirtûka kurdistaniyên rojava, ku di destên me de heye, awaz û avahiya helbestê babeta wê ye, pirtûka (Nêrîneke rexneyî li helbesta kurdî) ye, ku rexnegir D. Evdil-Fetah sala 1992ê li Şamê çap kiriye.

D. Evdil-Fetah, di vê pirtûkê de, li ba kêşên helbesta kurdî radiweste, û dibeje „ Heger çirake ronîdayî, li ser rêkên wan (ango helbestvanên kurd) neyête danîn, herî dê bikevin wan şaşî û kêmasiyan, û bi evê yekê jî tucaran helbestên kurdî bi pêş ve nakevin“ .

Tiştê mirov pê hay dibe, ku rexnegirê me hewl dide da têora kêşesaziya helbestê bafirîne, ji ber ku, wek ew dibîne, ev qad hîna jî bûr e.Lewre ew berî pêşî alavên rexnekirina helbestê dipelîne, lê gava wan alavan, wek ku ew dibêje, li pêş xwe di çi jêderên kurdî de nabîne, ew ji ba xwe de dest pê dike, û wan alavan li gor nerîna xwe dafirîne, û „ piştî xebateke berdewam, di vê rêçikê de, ez gihêştime evan berheman“ . Ew berheman jî ev in: Malika helbestî-rêza helbestî, Birrê malikê; birrê pêşîn û yê paşîn, û pêlawaz( ji dêvla hespê Cegerxwîn e). Di hundirê pêlawazê de jî kêşê, pêlikê, kîtê û rêzbendê ( qafiye) bi nav dike.

Di pêy vê gavê re, li ba kêşa helbesta kilasîk radiweste, lê bi hespên Cegerxwîn qayîl nabe, belê xwe bi ser kîtan de pal dide, û xweristiyên dengdêran şirove dike, û dide xuyakirin, ku dengdêrên dengdirêj hin caran şûnên xwe, di bilêvkirinê û xwendinê de, diguhêrin, û dengkurt têne xwendin, û di vê navberê re hinek nimûneyan ji helbestên Cizîrî, Xanî û hin kilasîkên din tîne, û kêşên wan dinêre, û dide xuyakirin çawa dengdêrên dengdirêj hin caran bi duristî dengkurt têne bilêvkirin û xwendin.

Di pey vê yekê re, Nimûneyine kiryarî ji ber kilasîkan werdigire, kêşên wan şirove dike, û dighîne biryarekê, ku her kêşek li ser hinek kîtan ava dibe, ew kîtan jî hinek dengdirêj in, û hinek dengkurt in, û bi vî awayî, an bi wî awayî, di hundirê pêlawazê de, li pey hevdu tên, lê ti pêlawazan bi nav nake. Wek nimûne, ew van malikan ji helbesteke Cizîrî tîne, û kêşa wê bi vî awayî dipelîne:

Dilberê îro seher                  avête cergê min du dox

Yek li sîne, yek li dil da       lew ji min tên ax û ox.

Dil   be   rê   î       **    ro     se    her   a 

  /      -     /     /      **      /       -      /      /

vê     te   cer   gê   **    min    du    dox

  /      -     /      /      **      /        -        / 

Yek   li   sî    ne    **    yek     li       dil   da

   /      -    /      /              /         -        /      /

Lew   ji   min  tên   **     ax    û    ox

  /        -      /      /     **      /      -    /

Rexnegir weha diçe, ku “pêlikên evê pêlawazê yek celeb in, her pêlikek ji 4 kîtan pêk hatiye; Kîtek deng bilind ( / ), kîtek deng nizim ( - ) û 2 kîtên deng bilind ( / / ), tevaya kîtan (  / - / / )”. Lê pêlawaza vê kêşê, wek hemî pêlawazên, ku ew diyar dike, bê nav dihêle. Tenê dibêje “ kîta 4ê ji pêlika ( yek li sîne) di bingehê xwe de deng bilind e, lê Cizîrî bi duristî deng nizim aniye , û tîpa (û)ji pêlika (ax û ox) kîteke deng bilind e, lê Cizîrî bi duristî deng nizim aniye”. Her weha dibêje: “Pêlika (ango tef-île, تفعيلة) vê pêlawazê (Kêş /behr bi erebî) ji (4) kîtan pêk hatiye, tenê pêlika rêzbendê (qafiye) ji (3) kîtan ava bûye: (ax û ox). Ev jî, ji duristiya evê pêlawazê ye” . Lê nade xuyakirin, ka ev pêlawaz / kêş ҫend pêlik hene.

D. Evdil-Fetah, bi vî awayê vekolînê, di hundir mercên zanistî yên lêkolînan de dixebite,  lê bi baweriya me, rastiyek li holê heye, divê em jê nerevin. Ev rastî ew e, ku kêşên helbesta erebî, di riya çand misilmaniyê û erebî re derbas ba Kurdan jî bûn, û kilasîkên Kurdan demeke dûrdirêj helbestên xwe li gor wan kêşan ristin, heya destpêka sedsala bîstem, ku hin helbestvanên kurd, nemaze li rojavayê kurdistanê, bi bandora hişyariya neteweyî, dest ji wan kêşan berdan û kêşên folklora kurdî xebitandin.

Li gor vê boçûna me, em dikarin helbesta Cizîrî, bi hêsanî, vegerînîn ser kêşa pêlawaza (Behr)  Erremel, a urûda erebî, ku ew bi vî awayî tê:  فاعلاتن فاعِلاتن فاعِلنٌ Faîlatun  Faîlatun Faîlun, ku di birê malikê yê din de jî dubare dibin.

(Fa /) (î -)   (la /)   (tun /), ango kîtek dengbilind, kîtek dengnizin û du kîtên dengbilind. Pêlika dawî jî (Faîlun   / - / ) kîtek dengbilind, kîtek dengnizim û kîtek dengbilind e. Pêlikên vê pêlawazê di urûda erebî de (3) ne, lê kilasîkên Kurdan pêlikeke din bi ser ve kirine, ku ew bûne (4) pêlik, û navê pêlawazê, wek Prof Dr. Î. M. Resûl dibêje bûya Erremel El-Mustezad.

                                                                                                                               Dûmahik heye

..........................................

( 1)  Biner: xelek 6 ya vê lêkolînê.

( 2)  Biner: Xelek 10 ya vê lêkolînê.

( 3)  Biner: Xelek 11ya vê lêkolînê.

( 4)  D. Evdil-Fetah : Nêrîneke rexneyî li helbesta kurdî, çapa yekem, çapxana Dar El-katib El-erebî, Şam 1992, rû 7.

( 5)  Heman jêder, rû 8.

( 6) Rexnegir li vê derê şaş ҫû ye; ya rast bibêje: kîta (ne) di bingeha xwede dengnizm e, lê Cizîrî bi duristî dengbilind aniye, û kîta (û) di bingeha xwe de dengbilind e, lê Cizîrî bi duristî dengnizim aniye.

(7 ) Jêdera navborî, rû 42.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات