Li Bakurê Kurdistanê li bajarê Nisêbînê teqînek rû da û 6 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Jêderên xwecehî ji Nisêbînê ragihandin ku îro li taxa Devrîm teqîneke bihêz rû da , di encamê de 4 zarok , jin û mêrek birîndar bûn û ew bi nexweşxaneya bajêr hatin veguhestin ..bêyî ku sedema teqînê were naskirin.
Li gorî heman jêderan hêzên ewlekariya Tirkiyê piştî teqînê li navendên taxê belav bûn û dest bi lêkolînan derbarê teqînê de kirin.
التعليقات (0)