Li gundewarê Idlibê li bajarê Mi’eret El-Ne’man , 4 zarokan di encama topbarana Rûsî de jiyana xwe ji dest dan.
Jêderên xwecehî ji bajarê Mi’eret El-Ne’man dane zanîn ku îro danê sibehê firokeyên Rûsî taxên bajêr bi hejmarek êrîşên asîmanî armanc kirin , di encamê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek sivîlên din birîndar bûn.
Herwisa bajarên Ermenaz , Seraqib , Xirbet Has û Herbenûş jî yên gundewarê Idlibê, rastî heman topbaranê hatin û di encamê de hin sivîl birîndar bûn û ziyanên madî mezin gihane avahiyên wan.
التعليقات (0)