Bi dehan ji leşkerên Amerîkî gihiştin bingeha Qeyara ya Îraqî

Bi dehan ji leşkerên Amerîkî gihiştin bingeha Qeyara ya Îraqî
Jêderekî ji artêşa Îraqî ragihand ku, bêhtirî 50 tirimbêlên leşkerî gihiştin bingeha Qeyara ya li başûrê Mûsilê, û bi dehan ji yekîneyên Marînz û yên Endazyariyê yên Amerîkî ligel çkên xwe di wî karwanî de bûn.

Heman jêderî ya nexwest ku nasnameya wî eşkere be diyar kir ku, leşkerên Amerîkî hin avahiyên bingehê yên dûr ji leşkergehên hêzên Îraqî ji xwe re kirin bargeh, ta bargehên wan di hundirê bingehê de ji hêla yekîneyên Endazyariyê amade bibin.

Ji hêla xwe ve, berdevkê Hevpeymana Navwelatî Krîstofer Garver got ku, 400 leşkerên Amerîkî gihiştin Îraqê û dê hejmarek din ji wan di dema bê de werin da hejmara dawî bigihîje 560 leşkerî, weke ku wezareta berevaniyê ya Amerîkî ragihandibû.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات