Almanya: Hejmara penaberên nerewa gelekî kêm bûye

Almanya: Hejmara penaberên nerewa gelekî kêm bûye

Polîsên federal ên Almanyayê ragihandin, ku hejmara penaberên nerewa yên di mehên bûrî de gihane Almanyayê li hember heman demê di sala bûrî de gelekî kêm e.

Polîsên Almanî gotin, ku wan 12710 penaberên nerewa di nêviyê pêşî yê salê de rawestandine û dane zanîn, ku piraniya wan ji Afganistan, Sûriyî û Îraqê ne. Libarê sala bûrî, polîsên Alman dane zanîn, ku wan 129 hezar kes rawestandibûn.

Tê zanîn, ku pêla penaberan ber bi Almanyayê ve. di sala 2015an de gihabû asta xwe ya herî bilind, lê piştî îmzekirina lihevkirina Tirkî-Ewropî û girtina rêyên Balkanê, êdî hejmara kesên bi awayên nerewa digihêjin Almanyayê gelekî kêm bûye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات