Nûnerê Brîtanî ya taybet bi Sûriyê, Garîs Beylî ragihand ku, welatê wî di operasyona rizgarkirina Minbicê de ji rêxistina DAIŞê beşdar bû û balafirên Brîtanî gelek lêdanên asîmanî li ser bargehên rêxistina terorîst pêk anîne.
Di daxuyaniyeke wezareta derve ya Brîtanyayê, Beylî diyar kir ku, têkçûna DAIŞê li Minbicê yek ji girîngtirîn têkçûnên wê ye, û welatê wî alîkariya Hêzên Sûriya Demokrtîk (HSDê) bi rêya êrîşên asîmanî kiriye, û balafirên wan bi mûşekên (Hellfire) çekdarên rêxistinê armanc dikirin.
Nûnerê Brîtanî li ser çêkirina derfetan ji vegera welatiyên Minbicê re bo malên xwe tekez kir, û got ku, Brîtanya amade ye da alîkariyan li deverên di bin rikberiya "nerm" de pêşkêş bike.
التعليقات (0)