Di daxuyaniya ENKSê de hat ku, li ser bangewaziya wan û da şermezarkirina xwe ji kiryarên PYDê re diyar bikin, bi hezaran ji gelê Kurd li hemû bajar û bajarokan daketin kolanan û sembolên li dijî siyasetên PYDê hildan, bitaybetî binçavkirina bi dehan ji endam û serkirde yên ENKSê û pêkanîna fişarê da ew tenê desthilatê li herêmên Kurdî bike.
Daxuyanî amaje kir ku, tevî şêweyê şaristanî yê ku xwepêşandan û mangirtin ên alîgirên wan xuya kirin, lê çekdarên PYDê dîsa bi dehan ji welatiyan binçav kirin û berê wan dan zindanan.
Di dawiya daxuyaniya ENKSê de hat ku, tevî hemû kiryarên tund derheqê wan de,lê gelê Kurd daketin kolanan û ev tê wateya ku dê di xebata xwe de berdewam bin li dijî siyasetên yekalî ji hêla PYDê ve, herweha ji hemû hêzên Kurdistanî û navwelatî daxwaz kirin da fişarê li ser PYDê bikin û hemû girtiyan ji zindanên xwe serbest berde.
التعليقات (0)