Hêzên rêjîma Sûrî û mîlîşyeyên berevaniya niştimanî di çaçrçoveya pevçûnên bi hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser de doh li bajarê Hesekê, êrîşî sivîlên bajêr kirin, di encamê de 8 ji wan sivîlan birîndar bûn.
Jêderine ji Hesekê ragihandin ku, di encama êrîşa rêjîmê û mîlîşyeyên wê li ser taxa Neşwayê 5 sivîl birîndar bûn ji wan 2 zarok û jinek, yek ji wan brîna wan giran e û niha di nexweşxaneya sereke ya bajêr de tête dermankirin.
Heman jêderan navên birîndaran belav kirin û yên taxa Neşwayê Xilûd Ezîz (35 salî) , Telal Elî (45), Şadî Qedûr û zarokê bi navê Samî Mihêdî (10), herweha yên di orta bazarê de Remedan Ehmed (35), Comerd Xelef (16), Fadî Ebûd (34) û Xalid Ebdilfetah (12).
التعليقات (0)