Enqera xala çavdêriya sînorê Sûriyê gengeşe dike

Enqera xala çavdêriya sînorê Sûriyê gengeşe dike
Bakurê Sûriyê di nava pevçûn û êrîşan de wenda bûye bi taybet li bajarê Helebê ku îro kontrolkirina wî bajarî ketiye warê bazara siyasî de bi taybet bo danûstandinên Cinêvê, herwiha alaveke serekeye da aliyên mîna Tirkiyê û Rûsiya di lihevkirinên xwe de bikar bînin.

Wezîrê derve yê Rûsî Sêrgî Lavrov ew yek tekez kir dema got ku Enqera niha pirojeyekê gengeşe dike da çavdêriyeke navdewletî li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê pêk were, ew yek li gorî soza serokê Tirkî Receb Teyib Erdogan ji serokê Rûsî Viladîmêr Putin re bû, di heyama civîna wan ya dawiyê de.

Serok wezîrê tirkiyê Bin Elî Yeldirim da zanîn ku çareseriya kirîza Sûrî ji 3 gavan pêk tê, yekemîn parastina sînor duyem nehêlin Dewleteke Kurdî liser sînor were ava kirin seyemîn hemû penaberên Sûrî vegerin welatê xwe piştî ku her nakokî werin çareserkirin.

Hêjaye gotinêye ku beriya çend rojan Yeldirim gotibû ku Sûriyê û hin welatên din dê guhertinin erênî di heyama 6 mehên bê de encam bidin.

Li hêleke din Waşinton û Mosko niha haziriya êrîşên hebeş li Sûriyê dikin û ew yek li gorî gotina wezîrê berevaniya Rûsî Sêrgî Şiwêgo bû, Şiwêgo got ku armanc ji wan êrîşên hevbeş ewe ku terorê bi temamî li Helebê têk bibin da aştî vegere bajêr.

Lê belê ew tev dimînin gotininên ragihandinê mîna tracêdiyakê ku Rûsiya Emerîka û Tirkiyê lîstikivanê sereke ne û qurbanî herdem Sûriyê û gelê wê ye.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات