Encûmena Minbicê ya leşkerî 3 gund li başûrê bajêr rizgar kirin

Encûmena Minbicê ya leşkerî 3 gund li başûrê bajêr rizgar kirin
Şervanên encûmena Minbicê ya leşkerî îro Sêşemê 3 gundên din li başûrê bajêr ji rêxistina DAIŞê rizgar kirin, piştîpevçûnên tund bi çekdarên rêxistinê re li wê deverê.

Jêderekî ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) ragihand ku, şervanên Minbicê dikampanyaya leşkerî de berdewam in ta gundewarê Minbicê bigiştî ji çeteyên DAIŞê rizgar bibe, û îro wan gundên Îlan, Xiraya mezin û Xiraya biçûk kontrol kirin.

Heman jêderî diyar kir ku, pevçûn di navbera şervanên Minbicê û çekdarên DAIŞê de li gundewarê başûrê bajêr hêj berdewam in û hejmarek ji çeteyên rêxistinê di encamê de hatine kuştin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات