Ji her kesî re diyar e, ku nakokiyên di nav ENKSê û TEV-DEMê de gihiştine asteke pir zehmet, da di demeke kurt de çareser bibin, çimkî rewş îro ne mîna rewşa polîtîk li Rojavayê Kurdistanê dema îmzekirina rêkeftinên Hewlêr û Duhokê, nexweşiya di laşê polîtîk ê Kurd li Rojava bûye mîna girêkek pençeşêrê di laşe mirov de. Jiber vê yekê eger em bixwazin aramiya polîtîk li welatê me vegere û bidome, dive karekî mezin, ji hemî pêkhateyê civakê û bi hevbeşî bibe, ta di destpêkê de em karibin baweriya herdû hêzên polîîk bi hev bînin, û herweha baweriya civakê bi wan bi hev re bînin.
Du roj berî niha Asayîşên Rêveberiya Xweser a TEV-DEMê ragihandin, ku giretin an jî revandina Serokê Encumena Niştimanî Kurd Ibrahîm Biro ne cihê axaftinê ye, lê encam ew bû ku şepêleke şermezarkirinê ji aliyê alîgirên ENKSê û rêxistinên civaka sivîl ve destpê kir, û her kesî ligorî berjewendiyên xwe yên taybet mijara girtina wê kesayetiya Krud sixurand, di dema alîgirên TEV-DEMê berevanî di ber biryara girtin û dûrxistina Biro ji Rojava de kirin, û hin kesan bi şêweyekî qirêj danûstandin bi mijara Serokê ENKSê re kirin.
Mirov dikare bêje, ku di her civakê de tiştê wiha çê dibin, û va ye nêzîkî me li Tirkiyê hewldaneke darbeyê çê bû, û her welatekî çîroka darbeyê ligorî berjewendiyên xwe sixurand, lê ew welat bûn, û stratîjiyek dûvdirêj ji wan re heye, û alavên wan yên ragihandinê hene, û rêklamê ji projeyên wan re çê dikin.
Lê li Rojavayê Kurdistanê, girtina kesayetiyeke mîna Biro ne kêmî darbeyeke leşkerî ye, çimkî mirov dikare bêje, eger TEV-DEM desthilatdar be, wê ENKSê rikberiya vê desthilatê be, û Biro serokê mezintirîn koma rikberiyê di Rojavayê Kurdistanê de ye, divê derê de, rola rojnamevanan ew e, ku mijarê normal bikin, û karibin roleke erênî tê de bilîzin, ne di ser guhê xwe re biavêjin, û xwe bikin nedîtî, û ne jî çîrokê bi aliyê zikreşiyan ve gur bikin. Belê ez nabêjim şaştiyên ENKSê tune ne, û her weha şaştiyên TEV-DEMê jî hene, û na yên TEV-DEM tewanin giran in, çimkî ew xwedî hêz li ser xakê ye, û xwe desthilatek demokrat pêşkês dike, lê roja divir de, rola çalakiyên civaka sivîl û komên zorê yên civakî girîng e, û pêwîşt e, û eger em rojnamevan rastî hêjan e, nav û pesnê xwe divê em rola xwe bi paqijî û dilsozî bilîzin, ta rastî diyar bibe, ta civak hişyar bibe, ta desthilat zanibe, ku şûrek li ser zinara civakê heye, ew şûr pênûs û kamîra rojnamevanan e, bi vê yekê Biro wê li welatê xwe bimîne, û ji şastiyên xwe vegere ligorî berjewendiyên gel û civakê, ne yên xwe û ne yên desthilatê, ku îro di dest TEV-DEMê de ye, an ger ne wilo be, wê ne tenê Biro bê girtin, û revandin, wê demê welat bi giştî ji dest me diçe, û em hîn tew tewê ji vê partiyê û wê hêzê re dikin.
التعليقات (0)