’’Wikileaks’’ û Kurd !...

’’Wikileaks’’ û Kurd !...

Yek ji erêniyên cîhangeriyê  (globalîzasiyon ) ew e, ku nema agahiyên dewletan bi hêsanî di sindoqên reş û tarî de, heta kateke nediyar bimînin.

Cîhangeriyê sînor ji agahiyên lezgîn re vekirin û Gerdûna me weke gundekî biçûk, ku rêya veşartina nûçeyan zor dijwar dibe, vekir. Amîrên cîhangeriyê weke tv’yên asîmanî, telefonên zîrek, kompûterên zor biçûk û sivik, malperên weke ’’Facebook’’, ’’Twitter’’, û ’’wikileaks’’ dikarin  bûyera  li devera herî dûr bi bihîstekê li seranserî cîhanê belav bikin.

Yek ji dezgehên bi nav û deng di sedsala bîst û yekemîn de, ’’Wikileaks’’ e.

  

Wikileaks ji hêla hindek çalakvanên înternetê ji çend dewletan li sala 2006-an de weke dezgeheke li paş qezencên malî nagere derket holê, û serokê wê dezgeha navborî, û navdartirîn kesê wê çalakvanê Australî Julian Assange ( Jûliyen Assenj ), yê ku ji tirsa zîndangirtinê li nav balyozxaneya Ekuadorê li dewleta Înglîzstanê xwe veşartî ye.  

Eger mirov li ser belgeyên Wikileaksê di derbarê mijarên li ser Kurdan hatine belavkirin bişopîne, divê mirov li belgeyên derbarê dewletên, ku Kurd di sînorên wan de dijîn biqulibîne. Li gor agahî û belgeyên ji hêla vê dezgehê ve hatine berdan, kiriyarên nediyar ji hêla berpirsên Îraqê û Tirkiyê ve bikar tên derî vekir.

 

Wikileaksê du caran weşanên derbarê Kurdan di belgeyên ji paş perdeyan li Rojhilata Navîn dihatin sazkirin ji raya giştî re belav kirin. Cara yekem di sala 2010-an de bû, dema Koşka Spî  biriyar da artêşa Amerîkayê, ku ji Îraqê vekişe hatibû standin belav bûn. Di wê katê de Wikileaks çarsedhezar belge derbarê kar û çalakiyên dîplomatkarên Amerîkî yên di wezareta derve de dixwebitîn, û yên peywendiyên xwe ji nêzîk ve li ser rewşa Îraqê zor zîrek bûn belav kir. Belgeya ku li ser Kurdan hatibû nivîsandin belav bibû. Nivîskarê raporê ji hêla balyozê DYA li Bexdad’ê bû. Di raporê de, diplomatkarê Amerîkî behsa damizrandina tevgera ((Gorran ))’ê ku Nuşêrwan Mistefa serpereştiya wê dike, kiribû, kete ber destên çavdêran.

Cara duyem, piştî ku derbeya leşkerî li Tirkiyê  sala 2016an hatibû beravêtin. Wikileaksê, bi deh-hezaran ji belgeyên serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan û AK partî li ser ekrana malpera xwe nîşan dan. Ji ber hewla Wikileaksê ya serêşker,Tirkiyê şopandina belgeyan li ser xaka welêt qedexe kir.

 

Di nav belgeyên, ku rastî lêkolîn û gotaran hatibû nirxandin, belgeya ku naveroka wê dibêje : ’’Hikumeta Tirkiyê dora 200 milyon Dolar rewane hikûmeta Kurdistana başûr weke deyn kiribû, ku mûçeyên karmendan xerc bike bû, da’’.

 

Pirsa bala mirovan dikşîne ew e: Çima belgeyên derbarê Kurdan di Wikileaks de zor kêm in?.

 

Gelo, ma Kurd di bihuştekê de bê problêm dijîn, heta ku hîç kes li ser kêmasiyên wan gengeşe neke, û berhemên weke  (flaş ) çê neke?.  

Bi texmîna min, mesele ne wilo ye.  Mesele ji van herdu xalên sereke derdikevin holê:

 

- Bandora Kurdan di warên aborî, siyasî û çandî de li ser asta herêmî û navnetewî zor qels e. Tiştekî normal e, ku beşdariya Kurdan di wan xalên navbûrî de zor nizm be, çimkî Kurd heta rojên îroyîn xwedî dewleta serbixwe nebû ye, û rewşa Kurdan jî , heta niha weke neteweyekî mafdar jibo bidestxistina çarenûsa xwe tev digere. Beşdariya Kurdan di nesafiya aborî de, di bazara navnetewî  de, te’hna  ragihandina ku li dû nûçeyên weke (Bombeyên ) teqîner belav dibin, naşikîne.  

- Rêjeya bikaranîna amîr û teknolojiya hevdem jibo peywendiyan, zor nizm e. Ev paşdemayîna Kurdan di warê bikaranîna amîrên dijîtal de, rêyan li ber çalakvanên di warê înternetê de, bê sûd digre, ji ber ku Wikileaks bi riya înternetê nêçîra belgeyên bibandor dike û wan belgeyan jî, ji raya giştî re belav dike.

 

şiroveya jorîn xuya dike ku, mirovê pispor dikare bi hêsanî bibêje: Rola Kurdan di vê cîhanê de weke reqemekî biçûk, di warê ( multimedia ) de bêşdar e,  lewma jiyana Kurdan bi herdu rûyên xwe yên erênî û ne-erênî ji tîşkên çalakvanên înternetê dûr in.

 

Ez dixwazim di vê mijarê de, mînakeke bisûd  ji pexşa jorîn ve biaxivim: 

 

Weke tê zanîn, dewleteke biçûk bi navê Panama li ser nexşa cîhanê heye. Ev dewleta biçûk,  jibo ku jiyana xwe di nav dabeşkirina parên aboriyê di cîhanê de bigre, hewla xwe ku bibe wargeha sermeyedarên diniyayê yên dixwazin ji baceyên dewletên xwe birevin dide. Bi hezaran ji sermeyedar û spîkerên pereyan ji kompaniya (Mossack Fonseca), bo nimûne, dikin wekîl da karibe rêyên veberhemanina malî bê tirs bigere, dikin.

 

Di sala 2016an de Wikileaks dikaribû nêzîkî 11 miliyon belgeyî derbarê vê meselê  ji raya giştî re belav bike. Belavkirina belegeyên panama, weke erdhejekê li gelek dewletan e’rd hejand. Belgeyên bi navê (( kaxizên Panama )) hişt gelek aborînasên ji yasa reviyane,  ji hikûmetên welatên xwe re eşkere kirin. Belavbûna krîtîk a (kaxizên Panama) hişt ku serokwezîrê dewleta Îslanda ji karê serokweziyriyê bikişe.

 

Dewletên gewre, demokrat û dewletên rêzê ji yasaan re digrin, kaxizên Panama şopandin û jibo girtina nav û pereyên, ku ji hêla hemwelatiyên wan ve, yên ji baceyan ve direvîn, bidin ber cezakirina malî, doz vekirin, lewma sûdên Wikileaksê jibo belavkirina belgeyên, ku mijara wan Kurd e, li ser asta navnetewî bê çirûskên beloq in û Kurd di bazara belgeyan de, û li ser asta navnetewî nahejîne.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات