HSDê hêzên bêhtir dişîne eniyên Reqayê û pêla koçberiyê berdewam e

HSDê hêzên bêhtir dişîne eniyên Reqayê û pêla koçberiyê berdewam e

Hate ragihandin, ku îro Pêncşemê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê hejmareke din ji şervanên xwe ber bi eniyên şer ên Reqayê ve şandine û li aliyê din, pêla koçberan a nişteciyên bajêr berdewam e.

Li gorî agahiyan, ji bo xurtkirina şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, di pêvajoya operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de,  îro hejmareke mezin ji şerbaên HSDê ligel çekên giran ber bi eniya Eyn Îsa ya bakurê Reqayê ve hatin şandin.

Li aliyê din, ji ber gurbûna şer û metirsiya li ser jiyana xwe, nişteciyên bajarê Reqayê ji deverê koçber dibin û berê xwe didin deverên aram.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات