Îran çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî bo 10 salan dixe zindanê de

Îran çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî bo 10 salan dixe zindanê de
Dadgeha şeoreşê ya Îranî bi 10 salan hikum li ser çalakvana mafên mirovan, Nêrgiz Mihemedî birî, bi sedema ku wê doza rakirina sezaya bidarvekirinê dikir û berevaniya wê di ber girtiyên siyasî de.

Nêrgiz ji Gulana 2105an ve di zindana Evîn de ye, û ji wir peyamek şand ji komeleya "Pênûs" a cîhanî re şand, tê de li ser fişarên ne mirovane yên di zindanên Îranî de dibin û wisa got: "Sezaya ketina zindanê di navendên ewlehî de dijwartir e ji sezayên zindan normal de, jiber ku girtî di wan de rastî kiryarên tund tên beriya ku komîteyek saz bibe û tawanan bo wan girtiyan pêşkêş bike, û ew bixwe weke dadgeheke seretayî ne, û bi darê zorê dihêlin ku girtî bi tiştên ne kirine mikur bên û li gorî wê wan pêşkêşî dadgehê dikin".

Di dawiya peyama xwe de, Nêrgiz ji civaka navwelatî daxwaz kir ku, destêwerdanê bike da van kiryarên hovane derheqê girtiyan de bêtin rawestandin û bo vê yekê pêwîst e fişar li ser rêjîma Îranî bête kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Nêrgiz Mihemedî xelata "lehenga ragihandinê" ya sala 2016an ji hêla rêxistina "Nûçegihanên Bêsînor" ve wergirtiye, bo berxwedana wê li hemberî îşkence û zextên hêzên ewlekariya rêjîma Îranî.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات