Di çarçoveya Heftiya Çanda Kurdî de, rojên 27, 28 û 29ê Gulanê, diroka kurdî, kultûr, xwarin û aliyên cuda ên jiyana gelê Kurd dê li paytexta Frensa Parîsê werine danasîn.
Li gorî jêderan, çalakiya Heftiya Danasîna Çanda Kurdî dê li Parîsê cara pêşî were lidarxistin û dê 27ê Gulanê de dest pê bike û di nava wan 3 rojan de, gelek çalakiyên mîna govend, şano, sema, sînema, konser û pêşengehên cil û bergan dê werine lidarxistin.
Çalakî dê li qada République dest bikin û roja pêşî Koma Çarnewa konserekê dide. Di roja 2emîn de, çalakî dê di demjimêr 1ê nîvro de bi govenda kurdî, sema û koroya zarokan destpê bike. Herweha dê beşdarvan filmê ‘Klama Dayika Min’ jî temaşe bikin. Roja dawî ya çalakiyê, dê bi klamên dengbêjan destpê bike û dê lîstikên şano û konser werine pêşkêşkirin. Herweha di demjimêr 9ê êvarî de, dê filmê ‘Mavî Ring’ were pêşkêşkirin.
Hêjayî amajekirinê ye, ku çalakiya Heftiya Danasîna Çanda Kurdî bi sazkirina Konseya Demokratîk a Kurdan a Frensayê (CDK-F), û hevkariyên Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê, Tevgera Jinên Kurd yê Ewrûpa, FEDA Fransa, TEV-ÇAND Parîs, Navenda Civaka Demokratîk ya Arnoville, Navenda Civaka Demokratîk ya Drancy wê bê lidarxistin.
التعليقات (0)