Hevpeymanî: Sisê ta pênc hezar endamên DAIŞê li Reqayê hene

Hevpeymanî: Sisê ta pênc hezar endamên DAIŞê li Reqayê hene

Berdevkê hêzên Hevpeymaniya Navwelatî Stîv Warin got, ku li Reqayê di navbera 3 û 5 hezar endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hene.

Warin di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, ku HSDê dest bi paqijkirina deverên gundewarê Reqayê yê bakur kirine û tekez kir, ku artêşa Emerîkî dê ji bo piştigirya HSDê êrîşên asîmanî pêk bîne, lê wî diyar nekir, ka êrîşên li ser bajarê Reqayê bi xwe, dê kengî pêk werin.

Fermandarê Emerîkî got, ku operasyona rizgarkirina Reqayê doh Sêşemê destpê kir û ta niha HSDê rastî ti berxwedana dijwar ji hêla DAIŞê ve nehatiye û got, ku eger Reqa hate rizgarkirin, ew dê destpêka dawiya rêxistinê be.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات