HSD 3 zeviyan li bakurê Reqayê kontrol dike

HSD 3 zeviyan li bakurê Reqayê kontrol dike

Hate ragihandin, ku Hêzên Sûriya Demokratîk karîbûn îro Çarşemê piştî pevçûnan li dijî DAIŞê, hin zeviyên gundewarê bajarokê Eyn Îsa yê bakurê Reqayê kontrol bikin.

Jêderên xwecihî ragihandin, ku şervanên HSDê zeviya Qirtaca û 2ên din li başûrê Eyn Îsa rizgar bikin û gotin, ku hêzên wan pêşve diçin. Li aliyekî din, jêderan diyar kirin, ku piştî pevçûnan li dijê DAIŞê û ligel piştgiriya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî, HSDê gundê El Hêşe, li gundewarê Reqayê yê bakur kontrol kirine. Heman jêderan gotin, ku di encama bombebarana balafirên Hevpeymaniyê de, bêhtir ji 25 çeteyên DAIŞê li deverê hatine kuştin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات