Rûsya amadekariya xwe bo beşdariya di rizgarkirina Reqayê de diragihîne

Rûsya amadekariya xwe bo beşdariya di rizgarkirina Reqayê de diragihîne
Wezareta derve ya Rûsî îro Sêşemê ragihand ku, ew amade ye da ligel Hevpeymaniya Navwelatî û hêzên Kurdî hevrêziyê bike da di şerê rizgarkirina Reqayê de beşdar be.

Wezîrê derve yê Rûsî, Sêrgî Lavrov diyar kir ku, ew nizanin eger operasyonên rizgarkirina Reqayê destpê kiribin yan na lê ew amade ne ku bi hêzên Kurdî û Hevpeymaniyê re di operasyonan de hevkar bin, û amaje kir ku, Reqa yek ji armancên hevgirtina li dijî terorê ye weke wê weke bajarê Mûsilê li Îraqê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات