HSDê nifşeke nû çekên Emerîkî bo rizgarkirina Reqayê wergirt

HSDê nifşeke nû çekên Emerîkî bo rizgarkirina Reqayê wergirt
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDê) nifşeke nû ji çekên Emerîkî wergirtin beriya ku ew dest bi operasyona rizgarkirina Reqayê ji rêxistina DAIŞê bikin, hevdem bi ragihandina şer ji hêla fermandariya Hevpeymaniyê ve.

Li gorî serkirdeyê meydanî yê HSDê, Ebdilkerîm El-Ibêd ku ji ragihandinê re diyar kir, hêzên wan nifşê nû ji çekên Emerîkî wergirtin oiştî seredana rêberê fermandariya navendî ya Emerîkî li Rojhilata Navîn,  general Josêf Votêl bo Rojava.

Heman serkirde amaje kir ku, çekên giran û yên pêşketî di naveroka nifşê nû de hene, û tekez kir ku, wan dest bi operasyona rizgarkirina Reqayê kirine.

Hêjayî gotinê ye ku, operasyona rizgarkirina Reqayê ji destê rêxistina DAIŞê ji hêla HSDê ve îro Sêşemê destpê kir, û şervanên HSDê ji 3ê hêlan ve êrîşên xwe destpê kirine, mihwerê lîwayê 93an, mihwerê bajarokê Ên Îsa û mihwerê xwaringeha Nexîl, û endamên Ereb dê di pêşengiya şer de bin ligel şervanên YPGê û hemû berên di çarçuva HSDê de.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات