Hin alavên ragihandinê yên Yonanî ragihandin ku, 50 penaberên Sûrî û Îraqî yên li penageha Soda ya mezra Kos ketine girêva birçîtiyê de, hêj di wê de berdewam in tevî ku 2 ji wan bo nexweşxanyê hatin veguheztin jiber rewşa wan ya tenduristî kete aloziyê de.
Ew penaber nerazîbûna xwe libarê rêkeftina Ewropî-Tirkî ya koçberiyê diyar kirin, lewra ew ketin girêva birçîtiyê de, û şaredariya mezrê û hin rêxistinên mirovane hewl dan da wan ji girêvê der bixin, lê hewldanên wan biser neketin.
Li gorî jêderine ji kampê, ew penaber daxwaza pelên rûniştinê yên demkî bo 6 mehan dikin, da bikarîbin bi wan pelan bilivin û rêya xwe ber bi Ewropayê ve dom bikin, lê hikûmeta Yonanî vê yekê napejirîne û nahêle ku ew ji wir der bikevin.
Li gorî serjimarên dawiyê ku, bêhtirî 50 hezar penaber li mezrên Yonanî di penagehan de girtî mane, piştî îmzekirina rêkeftina koçberiyê, û ev hejmar a kesên ku gihîştine Yonanistanê ji dema îmzekirinê ve.
التعليقات (0)