Daxuyaniya ENKSê hat piştî ku, hêzên Asayîş û yên dispilîna leşkerî êrîşî gundên Dêrik û Amûdê bi mebesta girtina ciwanan bo leşkeriya neçar kirin.
Di daxuyaniya ENKSê de hat: "Di gaveke tûjkirina rewşê de û weke kiryareke daberzîniyê, mîlîşyeyên desthilatdariya PYDê îro sibehê hejmarek ji gundên Kurdî li Amûdê û devera Koçeran dorpêç kirin û hemû çekên takekesî yên nêçîrê bindest kirin û hurmeta malan binpê kirin, herweha rewşa jin û zarokan xistin metirsiyê de, û gelek ciwan girtin û berê wan dan leşkeriya neçar".
ENKSê ev kiryar şermezar kir û di daxuyaniya xwe de wisa dom kir: "Ev kiryar terorane ne derheqê gelê Kurd de", û ji civaka navwelatî û hêzên Kurdistanî daxwaz kir ku, "bi erkê xwe libarê wan kiryaran rabin û gelê Kurd ji wan biparêzin", herweha ji gelê Kurd xwest da "di rûyê wan kiryaran de rabin û bi hemû şêweyên aştiyane ji cîhanê re berçav bikin".
التعليقات (0)