Balafirên Hevpeymaniyê DAIŞê li bakurê Helebê topbaran dikin

Balafirên Hevpeymaniyê DAIŞê li bakurê Helebê topbaran dikin
Balafirên şer ên Hevpeymana Navwelatî îro Duşemê hejmarek ji êrîşên asîmanî li ser bargehên rêxistina DAIŞê li gundewarê bakurê Helebê pêk anîn, hevdem bi pevçûnên çekdarên rêxistinê û berên rikberiyê li hin deveran li ser Sînorê Sûrî-Tirkî li bakurê welêt.

Serkirdeyekî ji berên rikberiyê ragihand ku, balafirên Hevpeymaniyê xalên DAIŞê li gund û bajarokên Cazir, Fêzeriyê, Yehmûl û derdora Raiî û Kefra armanc kirin, û hejmarek ji çekdarên rêxistinê hatin kuştin ligel ku 2 bargehên wê bitevahî hatin rûxandin.

Heman serkirde diyar kir ku, çekdarên DAIŞê li derdora bajarokê Dûdyan kom dibin hevdem bi pevçûnên tund di navbera wan û berên rikberiyê de li derdora bajarokê Kifer Xan, û çekdarên rikberiyê hewl didin da lêdanên Hevpeymaniyê li dijî DAIŞê keysbaz bikib da bikarîbin êrîşî bargehên wan bikin,û tekez kir ku, hêj pevçûn li wan deveran bi şêweyekî sivik berdewam in.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات