Geryanên yekîneyên dispilîna leşkerî ya girêdayî Rêveberiya Xweser îro sibehê li hin gundên derdora bajarê Amûdê û li devera Koçeran li derdora bajarê Dêrikê hejmarek ji ciwanan giritin û berê wan dane leşkeriya neçar.
Li gorî jêderekî taybet, hêzên Asayîşê û geryanên Dispilîna leşkerî êrîşî gundên Tebqa, Besta Sûs, Gir Zîro û Gir Zyaret li devera Koçeran, herweha gundên Cewherya, Til Hebeş û Kerengo li derdora Amûdê kirin û dest bi pişkinîna malan kirin û hejmarek ji ciwanan li wan deveran girtin û ligel xwe birin.
Jêderine ji derdora Dêrikê ji me re diar kir ku, endamên geryanan ti rêz û hurmet di pişkinînên xwe de ji nişteciyan re nedigirtin û gelek ji ciwanên hatine kişandin xwendekar in, û hin ji wan ne di temenê fermî yê leşkeriyê de ne.
التعليقات (0)