Balafirên rêjîmê û yên Rûsî Holê li bakurê Himsê dişewitînin

Balafirên rêjîmê û yên Rûsî Holê li bakurê Himsê dişewitînin
Balafirên rêjîma Sûrî û yên Rûsî êrîşên asîmanî hevbeş li ser hin deveran li gundewarê bakurê Himsê pêk anîn, hevdem bi topbarandina bi çekên giran li ser bajarên Risten û Telbîsê, piştî ku hêzên rêjîmê li ser zemînê di vegerandina gundê Zarayê de têk çûn.

Jêderên meydanî ragihandin ku, balafirên hevbeş taxên sivîlan di hindirê bajarê Holê de bi 20 êrîşên asîmanî armanc kirin û gelek avahiyên wan bitevahî hilweşandin, herweha mûşekên feraxî di wan êrîşan de bikar anîn, di encamê de jineke ducanî jiyana xwe ji dest da ligel ku 13e sivîlên din birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguheztin, hin ji wan destên wan hatine jêkirin û rewşa piraniya wan di metirsiyê de ye.

Heman jêderan diyar kirin ku, balafirên Rûsî bi çend êrîşan bajarê Risten armanc kirin, û 7 birîndar di nava refên sivîlan de li pey xwe hiştin, herweha bajarokên Zeiferanê û Xirnatayê rastî heman êrîşan hatin bêyî ku ti agahî libarê ziyanên canî hebin.

Ji hêleke din ve, hêzên rêjîmê ji ketîbeya endazyariyê, rêbendên Qirmis û kompanya avê û gundê Nicmê bajarên Risten û Telbîsê topbarandin.

Hêjayî gotinê ye ku, hêzên rêjîmê gelek caran hewl dan da derbasî gundê Zarayê bibin bi mebesta vegerandina wê ji destê berên rikberiyê, lê hemû hewldanên wan têkçûn, lewra ew bi tundî ligel balafirên Rûsî ji asîman ve deverên bakurê Himsê topbaran kirin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات