Raporek: 60 hezar kuştî di zindanên rêjîma Esed de

Raporek: 60 hezar kuştî di zindanên rêjîma Esed de
Hin rêxistinên mafên mirovan yên xwecihî ragihandin ku, nêzî 60 hezar ji girtiyên Sûrî di zindanên rêjîmê de li dirêjahiya 5 salan di bin îşkenceyê de hatin kuştin.

Li gorî rewangeha Sûrî ya mafên mirovan di rapora xwe de diyar kir ku, ne kêm ji 69 hezar girtî di çarçuva 5 salên bihurî de di bin îşkenceyê de yan ji birçîtiyê hatin kuştin, û rewangeh dikarîbû navên 14 hezar ji wan belge bike.

Mijara girtiyên di zindanên rêjîmê de yek ji dosyayên sereke ye li ser maseya giftûgoyên di navbera rêjîm û rikberiya Sûrî de, ku rikberî doza serbestberdana hemû girtiyan dike, û li gorî wê ku hejmara wan girtiya bêhtirî 200 hezarî ye.

Hêjayî gotinê ye ku, rêxistina çavdêriya mafên mirovan (HRW) ji devê girtiyekî Sûrî gotibûku, bi hezaran ji girtiyên zindanên rêjîma Esed di bin îşkenceyê de hatine kuştin, û rêxistin doza dadkirina berpirsên rêjîmê ji NYê kiribû.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات