ENKSê: Pêşmergeyên Roj li ser rêbaza Barzanî ne û ne çete ne

ENKSê: Pêşmergeyên Roj li ser rêbaza Barzanî ne û ne çete ne
Sekreteriya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKSê) doh êvarê daxuyaniyek belav kir, tê de bersiva peyvên serkirdeyê TEV-DEMê, Aldar Xelîl da yên ku hêzên Pêşmergeyên Rojava (Roj) weke çeteyan bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hat: "Pêşmergeyên Roj xwedî exlaqên têkoşînê ne û her welatiyekî bi rûmet rêzgirtinê ji wan re dikin, û wan rahênanên li asteke bilind wergirtine û li ser rêbaza Barzaniyê nemir in, qet ew nabin cihê gumanbariyê û herdem ew cihê serbilindiyê".

Daxuyaniya ENKSê wisa dom kir: "Kesê ku êrîşî Pêşmerge û têkoşerên ENKSê dikin û bîroyên wan dişewitîne û barê miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê giran dike, ew nîşanên têkçûyîna wî ne û ajandeyên wî yên dijber ji doza milet re eşkere dibin, di vê dema ku gerek e yekrêziya Kurdan lidar bikeve di vê pêvajoya girîng de ji dîroka gelê Kurd".

Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê nerazîbûna xwe ji helwesta Aldar Xelîl da ku peyvên wî xizmeta berjewendiyên Kurdî nakin û tenê ew helwest diyar dike ku, ew girêdayî ajndeyên dijminê gelê Kurd in û qet bo Kurdayetiyê xebatê nakin.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات