Berbijêrê komkarî bo serokatiya Emêrîkayê Donald Tiramp ragihand ku eger ew di hilbijartinên Emêrîkî de biserket ew şerê rêjîma Esed li Sûriyê nake û bi tenê dê ji bo dûmahîkirina rêxistina DAÎŞê kar bike.
Tiramp di hevdîtineke rojnamevanî de ragihand û got: ez destewerdana Sûriyê nakim û şerê serokê rêjîma Esed jî nakim lê bi tenê dê kar hemî ji bo dûmahîkirina rêxistina DAÎŞê be.
Herwisa Tiramp da zanîn ku Rûsiya û Îran piştgiriya Esed dikin û divê ku em rûbrûkirina wan bikin û di heman demê de divê ku em şerê rêxistina DAÎŞê jî bikin û anî ziman ku pirsgirêkên ji Esed mezintir li cem Emerîka hene.
التعليقات (0)