Leşkerên Tirkî sînorê Sûrî li aliyê Qamişloyê derbas dikin

Leşkerên Tirkî sînorê Sûrî li aliyê Qamişloyê derbas dikin
Hejmarek ji leşkerên artêşa Tirkiyê îro Şemiyê sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de derbas kirin û ligel wan beldozerek, 2 tang û hin tirimbêlên kargoyê hebûn.

Jêderine xwecihî ji Qamişloyê ji me re tekez kirin ku, di demjimêrên sibehê de ew leşker sînor ber bi Qamişloyê ve derbas kirin û bi beldozerê dest bi daxurandina xaka welatiyekî ji bajêr li dirêjahiya 100 mitrî kirin, ligel parastinekê ji hêla tangan ve.

Hêjayî gotinê ye ku, gelek caran leşkerên Tirk sînor derbas kirine bitaybetî di dema dawiyê de ku ew dîwarê li ser sînor ava dikin û ta niha 7 kortal di hindirê xaka Sûrî de kolandine.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات