Berdevka fermî ya wezareta derve ya Rûsiyayê Mariya Zaxarova ragihand ku ti hebûna plana B ya civaka navnetewî bo çareserkirina kirîza Sûriyê tine ye.
Zaxarova di hevdîtineke rojnamevanî de ragihand ku ta niha grûpa navdewletî ji bo piştgiriya Sûriyê tiştek li ser plana B derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê de ku beriya demekê pêşiniyar kiribû gotûbêj nekiriye û anî ziman ku ti hebûna vê planê tine ye.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku gelek berpirsiyarên Ewropî yên ku piştgiriya dijberiya Sûriyê dikin planek B ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê pêşiniyar kiribûn û ji bendên wê planê ew bûn ku rêjîma Esed mijûl bikin da ku operisiyona çareseriya aştiyane li Sûriyê pêk bîne.
التعليقات (0)