Li hember şerê artêşa Tirkî li dijî bargehên PKKê, Balafirên şer ên Tirkiyê îşev sînorê esmanî yê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û bintara Çiyayê Qendîl ê û devera Biradost bombebaran kirin.
Balafirên şer ên Tirkiyê îşev derbasî esmanê Başûrê Kurdistanê bûn û gelek bi nizimî li ser esmanê navçeyên Soran, Rewanduz, Çoman û Pişder geriyan.
Li gor zanyariyan, balafiran bi behaneya hebûna binke û baregehên gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çend cih li wan deveran bombebaran kirin, lê ji rewş û zehmetiya peywendiyan, ti zanyarî li ser topbaranê nehatine belavkirin.
التعليقات (0)