Misir parçeyên balafira wendayî di deryaya Spî de dibîne

Misir parçeyên balafira wendayî di deryaya Spî de dibîne
Kompanya firînê ya Misirî ragihand ku, hêzên leşkerî yên welêt îro Înê parçeyên balafira wendayî di hindirê deryaya Spî de dîtin, piştî ku 2 rojan lêgerîn bo wê berdewam bû.

Di daxuyaniya xwe de, kompanya Misirî diyar kir ku, di demjimêrên sibehê de û li dûrahiya 295 km ji beravên bajarê Iskenderiyê, hêzên leşkerî parçeyên balafira wendayî dîtin, herweha hemû agahiyên libarê gera 804an ya balafirê di destê wan de ne.

Heman daxuyanî amaje kir ku, companya Misirî sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwaze, û dê hemû kiryarên gerek bike da li gorî wê bûyerê be ji hemû aliyan ve, û dê hemû agahiyan libarê wê belav bike.

Li gorî hin alavên ragihandinê yên Misirî ku, artêşa Misrî li herdu sendoqên reş yên balafira rûxandî digere, û dê di demeke nêz de sedema ketina wê ji raya giştî re diyar bike, hevdem bi gumanên operasyoneke terorîst li paş ketina balafirê be.

Hêjayî gotinê ye ku, balafira Misirî roja Çarşema bihurî beriya ku ew bigihîje balafirxaneyekê li Misrê wenda bû, piştre hêzên ewlekarî dest bi lêkolîn û lêpirsînan kirin ta piştî 2 rojan ji lêgerînê gihîştin nasîna cihê rûxandina wê.

التعليقات (0)

    0

    الأكثر قراءة

    💡 أهم المواضيع

    ✨ أهم التصنيفات