Heman çalakvanan diyar kirin ku, ev ne cara yekemîn e ku balafirên Hevpeymaniyê belavokan li ser bajêr diavêjin, lê bo yekemîn car ji sivîlan daxwaz dikin ku ji bajêr der bikevin.
Ji hêla xwe ve, rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ev agahî tekez kir û gor ku, ew belavok weke şîretekê ji sivîlên Reqayê re ne, lê di heman demê de, rêvebirê rewangehê, Ramî Ebdulrehman texmîn kir ku ew weke şerekî ragihandinî li dijî DAIŞê ye.
Ebdulrehman amaje kir ku, di rojevê de amadekarî hene bo rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê DAIŞê, û ji demekê ve agahî libarê amadekariyên hêzên Kurdî bo vê yekê hene, bi piştgiriyekê ji hêla balafirên Hevpeymaniyê ve, lê ev gav pêdivdarî planeke mezin e, jibar ku Reqa bargeheke girîng bo rêxistina DAIŞê ye, û hejmarek mezin ji çekdarên wê li wir amade ne.
التعليقات (0)